Derbare dibistana navîn

Li Norwêç mafê xwendekaran e ku piştî xwendina bingehîn (dibistan û nawendî) li lîse an dwanawendiyê bixwînin. Eger tu demek kin li Norwêj jiya bî, ya ber bi aqilane ev e ku tu pêştir derfeteke amadekariyê bikar bînî. Ev derfet hema hema li hemû parêzgeh an eyaletan hene. Bi riya yek ji derfetên amadekariyê, tu hem fêrî waneyê dibî hem jî fêrî zimanê norwêçî, bi awayekê ku tu pişt re li lîse an dwanawendiyê dikarî baştir li ser piyê xwe bisekinî.

Dema tu bixwazî daxwaziya çûna lîseyê bikî, divê tu programa xwendinê hilbijêrî. Ew 13 cure ne, 5 ji wan amadekariyên xwendina bilind in og 8 ji wan waneyên pîşeyî ne.

Li vir tu dikarî zêdetir li ser programên cuda yên xwendinê bixwînî:

vilbli.no