Derbarê skolekassa da

Paşbingeh

Skolekassa.no di meha Sibatê di sala 2016 de hate saz kirin. Wezareta zanînê biryar da ku ji bo penaberên ku li gor qanûna Mafên Perwerdehîyê xwedî heqên zanînê ne, portalek elektronîk bi çavkaniyên hînbûnê û alîkariyên fêrbunîyê bi vekirin. Ji ber ku pêla penaberan gelek zêde bu, Skolekolekassa di pêşniyarê perwerdehiyê de wek piştgirîek xizmetê dike. Dezgeha Perwerdeyê ji bo pêşxistina hevkarîyê bi NAFO û OsloMet – Zanîngeha Bajar (berê ya Zanîngehê Oslo û Akershus) re berpirsiyar e.

Koma armancê

Ji bo Skolekassa, koma armancê, xwendekarên ku li Norwec kêm mane, û xwendekarên ku Norwecî zimanê wan ê duyemîn e ye. Skolekassa ji bo zarok û ciwanên ku xwedî temenên cuda, paşbingeh, zimanan û tecrubeyên cudane hatiye dîzaynkirin.

Armanca Skolekassa

Skolekassa nakeve ber perwerdekirina bi tevahî. Bi Skolekassa armanc ewe ku mirov bikare çavkaniyên hînbûna dîjîtal di perwerdeyê de wek piştgirîyek bikarbine. Xwendekar dikarin van çavkanîyan di xebatên xwe ê mal de bikarbînin, û ew kesên ku bi dilxwazî kursên Norweci de an jî wek alîkar di têkilîyê perwerdehîyê de dixebitin dikarin bikarbînin. Skolekassa çavkaniyan ji pêşdebirên perwerdehiyê, pirtûkxane, navendên netewî û yên din peyda dike.Skolekassa çavkaniyan di heft zimanên din de pêşkêş dike. Malper wê her tim bi naveroka xwe ve bi pêşxistin.

Skolekassa çawa dixebite

Skolekassa.no berhevoka linkan e. Di nav de lînkên dîjital ên materyalên fêrbûnê û çavkaniyên hînbûnê wek dersen Norwecî, Îngilîzî, matematîk, fen û zanistên civakî hene. Mijar ji asta 1.- 10.an hatîye dabeşkirin. Li jêr, ji bo mijara her dersê, hinek hûrgehên sereke ku girêdayê mufredatê ye hatîye hilbijartin. Ji bilî Norwêcî ev çavkaniyên fêrbûnê bi Erebî, Dari, kurdî, Peştûyî, Tîgrînyayî û Înglîzî ye jî. Hilbijartina zimanan, bi esasî li ser wan zimanên ku bi piranî hatîye qeydkirin ku penaber bikartînin hatîye hilbijartin. Skolekassa li gorî prensîba ku bi piranî bixwe xweser dike hatîye avakirin. Bê guman, bi pîranî sûd girtina van çavkaniyên fêrbûnê helbet jî girêdayê alîkarîya mamoste û / an jî, alîkarîya gûhliseran e.

Gihîştina Skolekassa – FEIDE

Di Skolekasse de hem çavkaniyan ku beleşin’ ên ku ji bo herkesê vekîrîne hene, hem jî ên ku bî lîsansin, û ji ber vê yekê sirf ji alîyê wan kesên ku xwedî lîsansin dikare bên bikaranîn hene. Ji bo bikaranîna çavkaniyên bi lîsans divê xwendekar Bikarhênera xwe ê FEIDE bikarbîne û bi rêya «Feideknappen», ku li her du alîyê Skolekassa de tê dîtin bikeve hundur. Piştre ew dikarin wan çavkaniyên ku dibistana wan lîsansê ji re kirîye bikarbînin. Dema ku derbare têketin û bikarhênerên FEIDE-êda pirsên we hebe, hun dikarin birêveberê IKT ê dibistanê an jî ê Şaredariyê re têkilî deynin. Heke xwendekar di têkildariya bikarhenêrin xwe ê FEIDE de zehmetî dikişînin divê mamoste û karmendên dibistanê alîkarîya wan bikin.

Peymana bikaranîna daneyan

Ev peyman bikaranîna danustandina daneyên şexsî de ji kesên ku xwedî berpirsiyarîyê ne re rêberî dike. Bi vî aweyê ew dikarin daneyan komkin, tomarkin, qeydkin, hilberin, radestin, an jî bi kombînasyona hevpeymanên din de dema bikaranina skolekassa.no de bikarbinin. Ji bo download a peymana bikaranîna daneyan li vir bitikîne.

Hûn dikarin fîlmên Skolekassa li vir temaşekin: