Ji bo mamoste

Skolekassa çawa tê bikar bînin?

Her çiqas jî çavkaniyên fêrbûnê ji bo ku xwe bi xwe xweser bike hatibî hilbijartinjî, wê ew alîkariyek mezin e, eger kesek bikare ji bikarhêneran re rêberî bike.

Ji ber vê yekê divê ew kesên ku di wargehê de dixebitin an jî di pêşniyara danasînê de mamoste ne skolekassa.no wê nas bikin û çavkaniyên hînbûnê yên ku li wir hene prove bikin. Heke hûn li wargeha penaberan de dixebitin û ji bo cîwanin penaber di Skolekassa.no de imkanê we ê rêberîyê hebe’ divê hun çavkaniyên hînbûnê yên ku li vir hene binasin. Heke mimkin be, xwendekar, xwişk û bira, dê û bav, dikarin gêrayîşê û gotûbêjkirina erkan, çareserî û derfetan de bi hev re bikin. Ger zarok û ciwan bi zimanê zikmakî an jî bi zimanek ku ew jê baş fêm dikin fikar û gotûbêj bikin, wê ew tiştan baştir femkin, fêrbin, û tecrûbeyan berbiçavkin û bi vî aweyê bettêr desthildarbin.

Skolekassa.no dikare ji bo fêrbûnê îlawe be. Berî her tiştî, ew hêsankirina mamoste û fêrbûne, ê ya girîng. Xwendekarek ku Norwecî nizane an jî kêm dizanê, ji re bi taybet perwerdehiya zimanê Norwecî wê bivê. Her çiqas jî xwendekar xwedî heqê pêşniyarên destpêkê bin jî, disa heqê wan ê hînbûna perwerdehiya taybetî ya ziman heye. Xwedî dibistanan dikarin hilbijêrin ka gelo ew dixwazin pêşniyarên perwerdeya taybetî di komên çandî de, di sinifan de an jî di dibistanên perwerde de pêşkêş bikin. Perwerdehiya taybetî ya ziman termek kolektîfe ji bo bi taybet fêrbûna zimanê Norwecî, fêbûna zimanê zikmakî û rahênana pîşeyî a duzimanî yê e. Perwerdehiya Norwecî ya taybet tê meneya xurt kirina perwerdeya zimanê Norwecî. Perwerdehiya zimanê zikmakî tê meneya fêrbuna zimanê zikmakî’ lê perwerdehiya pîşesaziya duzimanî tê wateya ku xwendekar di yekj an jî ji yekan zêdetir zimanan de perwerdehiyê wê bigirê. Mafê perwerdeya taybetî di çarçoveya biryareke kesane de tê dayîn û heta ku xwendekar perwerdeya normal bi Norwecî bikare bişopînê berdewam dike. Di malpera Midûriyeta perwerdehiyê de hûn dikarin derbarê perwerdehiya taybetî a ziman û bi gelemperî agahîyên derbarê xwendekarên zimanê kêmneteweyî de êdî zêdetir agahdarbin. Mafê perwerdeya taybetî ya taybet di qanûna Perwerdehi §§ 2-8 (dibistana seretayî) û 3-12 (xwendina lîseyê) de tê rêbaz kirin.

Xwendekarên ku nû hatine gihîşt komeke cur bi cur in. Di xebatên ji bo pêkanîna amadekarîyên ji bo xwendekaran, wê kêrhatî be ku xwendekar bikarin çavkaniyên fêrbûnê a dîjîtal bikarbinin. Dema ku hûn mamoste,bi xwe fêrê bikaranîna çavkaniyên dîjîtal dibin, hun dikarin bizanin ka xwendekar û dêûbavê wan çawa wê bi xwe dikarin çavkaniyên dîjîtal bikar bînin. Gelek çavkaniyên fêrbûnê ku di Skolekassa da berhev kirîye xwedî rêberên mamoste anin.

Li vir hûn dikarin ji bo mamosteyan şêwirdarî an, agahî li ser organîze kirina pêşniyarên destpêkê, nimûneyên ji şaredarî û dibistanan li ser rûpelê NAFO ên derbare kesên nûhatî 6-16 de bibinin.

Di mijara zimanê zikmakî de hûn dikarin çavkaniyên fêrbûnê bi zimanên cuda cuda bibînin. Malper ji bo xwendevan, mamoste û dê û bavan tiştekî bi kêrhatinê û jê îlham girtinê ye. Herwiha li ser malpera NAFO hûn dikarin derbarê perwerdekirina zarok û ciwanên pirziman zanyarîyên xwe nû bikin.